ramûsan min veşartin li geliyekî | 2000 Nivîskar: arjen arî | kurmancî | helbest | 80 rûpel Çavên min di hidûd de du kanî ne li dû te diherikin ji zû de ava Bûnisra ez im... |
1. navê pirtûkeke helbestan a arjen arî ku ji weşanxaneya avesta'yê çap bûye ye. ar girtiye qurm û li dorê dileyize çi kiribû çi bû gunehê dara berû? bi min re wê jî şer nexwestibû bi min re zarokan, bi min re kulîlkê û wê qîza xama… ku, li dû min stûxwar ma û bendî… rondik herikîbin şer herikand û xwîn pijiqand pelê kulîlkê ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê, hij ma li milkê, ramûsan li milkê? xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê… bi ya helbestê min kir û min guh da bilûra şivên: hij min aland li destmalek bi vên û ramûsan min rakirin geliyekî… ramûsan min veşartin li geliyekî ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min şer betal bibin, çek rawestin ji çiyan şerker dadikevin ezê di nav wan de bim ileh ileh, tu bê pergî min da te himbêz bikim ji dêvla çiyê… şer de ye mîna min niha helbest jî kengî parzinîn biwêj ji xwînê ji êşê rêz, ji şînê çarîn helbesta min hingî bixwîn wê evîn jê binizile… arjen arî |
|
17.02.2016 03:54 ~03:57 |
xendekî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |